Hemas: Em ji plana agirbestê ya Biden re amade ne, lê...
PeyamaKurd – Tevgera Hemasê ragihand ku ew ji plana Serokê Amerîka Joe Biden a agirbestê re amade ne, lê belê her şert û mercên nû jî red dikin.
Hamasê diyar kir ku divê pêşnûmeya agirbestê ya ku 31ê Gulanê ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, esas bê girtin û diyar kir, ew şertên nû red dikin.
Tevgera Hemasê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, şanda Hamasê ya bi serokatiya Xelîl el-Hayye li Doha ya peytexta Qeterê bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî û Midûrê Îstîxbarata Misrê Abbas Kamil ra hevdîtin kir.
Hamasê ragihand, “Ji bo bicihanîna lezgîn a agirbesta lihevkirî, di nav de daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a 31ê Gulanê, biryara Konseya Ewlekariyê ya 2735 û peymanên 2yê Tîrmehê, amade ne.”
Herwiha hate gotin, ew ji bilî plana Biden her “şertekî nû” red dikin, hewldanên navbeynkaran ên ji bo agirbesta li Xezayê, pevguhertina girtiyan û vekişîna artêşa Îsraîlê ji herêmê hatin pesinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin