AP: Hemasê plana agirbestê qebûl kir û naxwaze li ser kaxezê bimîne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hemasê danûstandina li ser qonaxên din ên plana agirbestê qebûl kiriye.
Li gorî nûçeya ya Associated Press (AP) rayedarên Hemasê çiraya kesk bo agirbesta mayînde pêxistine ku ji aliyê Washingtonê ve hatibû pêşniyarkirin.
Hate diyarkirin ku di qonaxa dawî ya agirbesta ji bo 6 hefteyan hatiye pêşniyarkirin de, vegerandina hemû dîlan, radestikiran cenazeyên aliyan û projeya avadandikiran Xezeyê ya bi salan bidome jî cî digre.
APyê ragihandiye ku berpirsê Hemasê piştrast kiriye ku wan plana agirbestê qebûl kiriye û li ser berdewama danûstandinan jî soz û misogerî wergirtine.
Nûnerê Hemasê herwiha gotiye, “Em êdî naxwazin garantî li ser kaxezê bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin