WSJ | Qeterê ji Hemasê re got: ‘Yan agirbestê qebûl bikin yan jî terka Dohayê bidin’
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Amerîkî Mîrnişîna Qeterê ultîmatom daye lîderên Hamasê û ji wan re gotiye, yan hûnê plana agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kiriye qebûl bikin yan jî cemidandina mal û milkan, dersînorkirina ji Dohayê û girtina li benda we ye.
Weşana CNN û Wall Street Journal (WSJ) ev du roj in îdia dikin ku Mîrnişîna Qeterê bang li rêbertiya siyasî ya Hemasê kiriye, "Yan hûnî pêşniyara Amerîka û Îsraîlê qebûl bikin, yan jî wê terka Qeterê bidin”.
Li aliyê din hin çavkaniyên Erebî jî diyar kirine ku ew nûçe û îdia nerast in.
Herwiha ji aliyê xwe Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî dibêje, plana agirbestê ya Biden û ya wan cuda ye û diyar dike, “Daxwaziyên me ji pêşniyarê cudatir in”.
Netanhyahî piştî pêşniyara Biden gotibû, ew dê bi agirbestê dawîkirina şerê Xezeyê qebûl neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin