Medya Îsraîlê: Pêsniyara Qeterê ya derbarê agirbestê de hate qebûl kirin
PeyamaKurd – Hate îdiakirin ku kabîneya şer a Îsraîlê, pêşniyara Qeterê ya derbarê pevguhertina dîlan de qebûl kiriye.
Li gorî ragihandina televizyona dewleta Îsraîlê KANê, pêşniyara Qeterê ya navberdana şer bo çend hefteyan û pevguhertina dîlan de hatiye qebûlkirin, lê xebatên li ser çawaniya agirbestê dewam dikin.
Hate diyarkirin ku Serokê MOSSADê David Barnea, çiraya kesk bo pêşniyarê pêxistiye û di hevdîtinên ligel Qeterê de jî pêşveçûn hene.
Li gorî medya Îsraîlê Qeterê ji bo pevguherina dîlên Xezzeyê pêşniyareke du qonaxan pêşkeş kiribû. Hatibû îdiakirin ku li beramberî berdana 40-50 dîlên îsraîlî yên di destê Hemasê de, wê mehekê navbera şer bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin