Medya Îsraîlê: Netanyahû pêsniyara agirbestê qebûl kir!

07 February 2024 18:14 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Netanyahû pêsniyara agirbestê qebûl kir!

PeyamaKurd – Medyla Îsraîlê piştî ku hikûmeta Îsraîlê hevdîtinên MOSSADê yên bi navbeynkariya Qeterê bo agirbestê piştrast kir, ragihand ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû destûra agirbestê daye.

Agirbesteke domdar ji aliyê Wezîrê Derve ê Amerîkayê Antony Blinken ve di serdana dawî de hate pêşnîyarkirin û hîn Blinken li Îsraîlê ye nûçeya ku Netanyahû agirbest qebûl kiriye hatiye belavkirin.

Weşana dewletê ya Îsraîlê (KAN) jî ragihandiye ku Netanyahû bêyî agahdarkirina kabîneya şer agirbesta Xezzeyê qebûl kiriye.

Li gorî çavkaniyan, wê agirbesta ku tê pêşbînîkirin ji 3 qonaxên pevguhertina dîlan û cenazeyên herdu aliyan pêk bê û her qonaxek jî 45 rojan berdewam bike.