Medya Îsraîlê: Trump soz da Netanyahû ku hemû astengên sandina çekan rake

15 November 2024 20:02 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Trump soz da Netanyahû ku hemû astengên sandina çekan rake

PeyamaKurd – Televizyona Îsraîlê “Kanal 12” ragihand ku Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi rêya telefonê axivî ye û soz dayê ku hemû astên li pêşiya veguhestina çekan bo Îsraîlê bê rakirin.

Li gorî nûçeyê Trump ji Netanyahû re gotiye, roja ku bê ser erka seroktiyê dê hemû astenên li pêşiya veguhestina çekan û alavên leşkerî bo Îsraîlê rake.

Hêjayî gotinê ye, Trump piştî hilbijartina seroktiyê ya 5ê Mijdarê cara sêyem e bi Netanyahû re pêwendî dike ku 20ê Çileya 2025an jî bi fermî derbasî Koşka Spî dibe.