Medya Îsraîlê: Netanyahû pêsniyara pevguhertina dîlan red kir
PeyamaKurd – Televizyona Kanal 13 a Îsraîlê bi zarên çend wezîrên Kabîneya Şer a Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, pêşniyara bo pevguhertina dîlan bi Hemasê re ku hatiye amadekirin red kiriye.
Hatiye diyarkirin ku li demeke hêviya pêşketina gotûbêjên bo pevguhertina dîlên Îsraîlê yên di destê Hemasê de hebû, Netanyahû helwesta xwe tund kiriye û di rewşa dawî de pêşniyar red kiriye.
Li aliyê din li gorê nûçeyê, Wezîrên Konseya Şer Benny Gantz û Gadi Eisenkot bertek nîşanî Netanyahû dane ku bêyî ti hemahengiyekê biryar daye.
Çavkaniyên Kanal 13ê diyar kirine ku Netanyahû herwiha hewldanên bo serbest berdana dîlên Îsraîlî asteng kiriye û hatiye gotin: “Bi awayê kategorîk, mercê pevguhertina dîlan bidawîkirina şer hatiye nîşandan ku Hemas jî vê yekê red dike.”
Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên artêşa Îsraîlê hê jî 136 dîlên Îsraîlî di destê Hemasê de girtî ne. Di lihevkirinên beriya niha yên bi navbeynkariya Qeter û Misirê de, 81 îsraîlî û 240 filîstînî hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin