Ji bo pevguhertina girtiyan 'wî welatî' pêsniyara nû li Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê îdia kir ku Qeterê di derbarê pevguhertina girtiyan li Xezzeyê de pêşniyareke du qonaxan pêşkêşî rêveberiya Tel Avîvê kiriye.
Li gorî nûçeya Kanal 12 Televizyonê, hat diyarkirin ku di qonaxa yekem a pêşnûmeya ku ji aliyê Qeterê ve hatiye pêşkêşkirin, di berdêla rawestana mehekê ya şerê li Xezzeyê de 40 heta 50 girtiyên di destê Hamasê de hatin berdan.
Tê îddîakirin ku di qonaxa duyemîn de ku hêj hûrgiliyên wê ne diyar in, wê artêşa Îsraîlê ji Xezzeyê vekişe.
Rojnameya Yediot Ahronot di nûçeya xwe ya ji rayedarekî ku navê wî nehate zanîn de, agahiyên ku televîzyona Kanal 12 ya li ser pêşniyara Qeterê daye piştrast kir.
Rayedar diyar kir ku Qeterê peyamek daye Îsraîlê û wiha got: “Hamas amade ye ku ji 40 heta 50 girtiyên Îsraîlî ku jin, mezin û nexweş jî di nav de ne, berdêla rawestana şer a 20 heta 30 rojan û serbestberdana girtiyên Filistînî, serbest berde.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin