Sandeya Îsraîlê ji bo danûstandinên pevguhertina girtiyan wê biçe Dohayê
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku şandeya Îsraîlê ji bo danûstandinên nerasterast ên pevguhertina girtiyan bi Hamasê re sibê biçe Dohaya paytexta Qeterê.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu erê kiriye ku şandeya muzakereyê ya ku Mossad û rayedarên artêşê jî di nav de ne, biçin Dohayê.
Çapemeniya herêmî nivîsand ku şanda Îsraîlî wê sibê biçe Dohayê û danûstandinan bike.
2 roj berê di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîl KANê de hatibû diyarkirin ku Hamasê ji bo ku lîsteya girtiyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê amade bike daxwaza agirbesteke demkî ya 1 hefteyî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin