Banga Îsraîlê ji bo peymana pevguhertina girtiyan!
PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog diyar kir ku muzakereyên di derbarê pevguhertina girtiyan û peymana agirbestê de "li pişt perdeyê" tên kirin û piştî agirbesta bi Lubnanê re li Xezzeyê dema lihevkirinekê hatiye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israîlê, Serokomarê Îsraîlê Herzog bi malbata girtiyê Îsraîlî Îdan Îskenderê ku hemwelatiya Amerîkayê ye û wêneyên wî yên Hamasê weşandiye re hevdîtin kir.
Serok Herzog got, danûstandinên pevguhertina girtiyan û agirbestê "li pişt perdeyê" têne kirin.
Herzog got: "Piştî rêkeftina bi Lubnanê re li ser sînorê bakur, dem hatiye ku rêkeftinekê (li Xezzeyê) bi dawî bikin û girtiyan bînin malê."
"Ji bo peymana pevguhertina girtiyan nîşaneyên pêşveçûnê hene"
Herweha Herzog di hevdîtina xwe ya bi malbata girtiyê Îsraîlî Idan re got ku "niha derfetek heye ku guhertinek watedar bike ku wê bibe sedema peymanek ku girtiyan azad bike."
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di konferansa ewlehiyê ya ku ji aliyê rojnameya Îsraîl Hayom ve hat organîzekirin de axivî û got, "Her çend niha ez nikarim agahiyên zêdetir bidim jî, nîşan hene ku ber bi peymana pevguhertina girtiyan ve diçin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin