Îsraîlê ji bo pevguhertina dîl û girtiyan biryara ji nû ve destpêkirina danûstandinan da
PeyamaKurd - Rojnameya Times of Israel îro ragihand ku kabîneya şer a Îsraîlê ferman daye tîma xwe ya danûstandinan ku ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo pevguhertina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê û girtiyên di girtîgehên Îsraîlê de ne bike.
Rojnameyê diyar kir ku di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya piştî civîna 'asta bilind' a ku ji aliyê Kabîneya Şer a piştî hêrişa 7ê Cotmeha 2023yan hate avakirin de hatiye diyarkirin ku ji bo danûstandinan ji şandeya hevdîtinan pêk tînin re ferman hatiye dayîn ku ji nû ve dest bi hevdîtinên pevguhertinê bikin.
Di danûstandinên nerasterast ên di navbera Hemas û Îsraîlê de ku bi mazûvaniya Misrê li Qahîre pêk hatibûn de, ji bo agirbesta li Xezzeyê û pevguhertina dîl û girtiyan rêkeftinek pêk nehatibû.
Di şerê li Xezzeyê yê ku di 7ê Cotmeha borî dest pê kiribû de, bi hewldana Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di navbera Îsraîl û Hemasê de peymanek ku pevguhertina hin dîl û girtiyan û 7 roj agirbest pêk hatibû.
Li gor nûçeya rojnameya Haaretz a Îsraîlî ku spartiye jêderekî siyasî ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, di civîna dirêj a kabîneya şer a Îsraîlê ya şeva borî de mijar bi kûrahî hatine nîqaşkirin û piştî van nîqaşan biryara ji nû ve destpêkirina pevguhertina dîl û girtiyan hatiye standin.
Jêderê ku ji Haaretzê re axiviye destnîşan kiriye ku serkirdeyên siyasî ji vê biryarê re nerazîbin jî şanseke dane ku dîlên Îsraîlî bêne serbest berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin