Medya Îsraîlê: Netanyahû û Yoav li ser dema lêdana Îranê li hev kir

15 October 2024 20:01 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Netanyahû û Yoav li ser dema lêdana Îranê li hev kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Bergiriyê Yoav Gallant, li ser bersiva êrîşa Îranê ya moşekên balîstîkî bi ser Tel Avîvê de li hev kirin.

Li gorî nûçeya televizyona KAN a Îsraîlê, Netanyahû û Gallant, li ser dem û awayê êrîşa ser Îranê ya bersivdanê li hev kirin û dê plana êrîşê ji bo pesendkirinê pêşkeşî kabîneyê bê kirin.

Hate diyarkirin ku plana êrîşê piştî danûstandinên ligel wezîran ên derbarê ewlekariyê de hatiye danîn.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa Îranê ya 1ê Cotmehê berpirsên Îsraîlê gotibûn, ew dê bersiveke tund bidin Îranê, lê nehatibû diyarkirin bê wê bersiveke çawa bê dayîn.