Medya Îsraîlê: Partiya Lîkud xistina serokwezîrtiya Netanyahû nîqas dike

14 November 2023 22:04 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Partiya Lîkud xistina serokwezîrtiya Netanyahû nîqas dike

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Îsraîlê, endamên Partîya Lîkud û hejmarek wezîr, di demeke ku şerê Hemasê li Xezeyê bi hemû tundiya xwe dewam dike de, plana hiweşandina serokwezîrtiya Binyamîn Netanyahû dikin.

 Li gorî nîqaşên nav partiya Lîkudê, endamên partiyê hejmarek wezîr tevî piştevaniya opozîsyonê plana ku baweriya bo serokwezîrtiyê ya Netanyahû bikşînin, dikin.

Heger baweriya bo Netanyahû bê kişandin dê Netanyahû cardin nikaribe bibe namzed û navekî ji Likûdê bo serokwezîrtkiyê bê destnîşankirin.

Herwiha li gorî heman nûçeya, dê ev plana tê nîqaşkirin piştî bidawîbûna şerê Xezeyê were pêkanîn.

Li gorî rapirsiyan partiya Lîkud a Netanyahû seroktiya wê dike hêza xwe ji dest daye û partiya Yekîtiya Netewî û serokê wê Benny Gantz jî hêza xwe zêde kiriye.