Medya Îsraîlê ragihand ku pirsgirêkên bi Hamasê re çareser bûne û kabîna Îsraîlê dicive

16 January 2025 22:08 0 dîtin
Medya Îsraîlê ragihand ku pirsgirêkên bi Hamasê re çareser bûne û kabîna Îsraîlê dicive

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Îsraîlê, pirsgirêkên agirbesê yên navbera Hamasê û Îsraîlê çareser bûne. Wê encumena Îsraîlê ji bo rewşê şirove bike û agirbesê tesdîq bike, sibê an ku roja Înê, serê siba dê bicive.

Peymana navbera Hamas û Îsraîlê wê di 19.01.2025an de destpêbike. Peyman dê di sê astan de bicîh were û di roja 42yê agirbesê de wê Hamas 33 dîlên Îsraîlê serbest berde. Di peymanê de heye ku Xezayî dagerin ser cîh û warên xwe û alîkariya mirovî ya li Xezayê bi gurahî dewam bike.

Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihandibû ku Hamasê temamê xalên peymanê qebûl nekiriye û heya qebûl nekin dê kabîna Îsraîlê necive.