Medya Îsraîlê: Dibe ku di nav 24 saetan de agirbest bê ragihandin

20 May 2021 18:34 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Dibe ku di nav 24 saetan de agirbest bê ragihandin

PeyamaKurd – Rayedarên Îsraîlê ragihandine ku di encama hevdîtinên berdewam dikin de çav li rê ye di nav 24 saetan de ji bo rawestandina şer di navbera aliyê Îsraîl û aliyê Filîstînê rêxistina Hemasê de agirbest bê ragihandin.

Rayedarên îsarîlî ji Walla Newsê re diyar kiriye ku bi navbeynkariya Îstixbarata Misirê û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet bo Rojhilata Navîn Tor Wennesland bi du kanalên cuda hevdîtin berdewam dikin.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku Wennesland ji bo bi rayedarên Hemasê re hevdîtinan bike çûye paytexta Qetarê Dohayê û hêvî heye ku di nav 24 saetan de agirbest bê ragihandin.

Derbarê vê nûçeyê de rêveberiya Îsraîlê ti daxuyaniyek nedaye.