Medya Erebî: Amerîkayê soz daye ku Îsraîlê ji bo agirbestê razî bike

20 November 2023 22:36 0 dîtin
Medya Erebî: Amerîkayê soz daye ku Îsraîlê ji bo agirbestê razî bike

PeyamaKurd – Di demeke ku şerê Îsraîl û Hemasê li navenda Xezeyê dewam dike û çavê raya giştî li ser dîlên di destê Hemasê de ye, hate ragihadin ku Amerîkayê ji bo agirbestê bi rêya Qeterê soz daye Îsraîlê razî bike.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê daye xuyakirin, astengiyên li pêşiya danûstandinên lihevkirina qismî ya ji bo pevguhertina dîlgirtiyan û alîkariyan di navbera Hemas û Îsraîlê de, bi rêya Qeterê dewam dikin.

Rojnameyê agahiyên xwe spartine çavkaniyên pêbawer û ragihandiye ku Amerîkayê berî du rojan soz daye navbeynkar Qeterê ku ew ê hikumeta Îsraîlê razî bike ji bo ku lezê bide rêveçûna lihevkirinê, li beramberê wê jî xwestiye ku zextê li Hemasê bike da ku hejmareke zêdetir a dîlên Îsraîlê berde.

Heman çavkaniyan diyar kiriye, nîqaşên li ser dema agirbestê hê jî dewam dikin, ji ber ku Îsraîl bi israr e ku agirbest 3 roj be, Hemas jî dixwaze 5 roj bin û ev mijar hîn çareser nebûye.