Medya Erebî: Îran nikare bersiva êrîsên Îsraîlê bide!
PeyamaKurd - Rojnameya El Ereb a ji Londonê weşanê dike, derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser konsolxaneya Îranê ya li Şamê de ku fermandarên pilebilind ên pasdaran jî di nav de 15 kes hatin kuştin ragihand, êdî Îsraîl li hember Îranê ti xetên sor nas nake û di navendên dîplomatîk de jî li armancên veşartî yên Îran û Hizbullahê dixe ku Îran nikare bersivê jî bide.
El Ereb daye xuyakirin, hedefkirina fermandarekî Pasdarên Îranê li konsolxaneya Îranê ya li Şamê, eşkere dike ku Îsraîlê ji bo tesfiyekirina fermandarên Pasdarên Îranê yên li baregehên veşartî yên li navendên dîplomasiyê, dixebite.
Di dewamê de wiha tê gotin: “Li gorî çavdêran, Îsraîl guh nade xetên sînor, di êrîşên xwe yên li ser çalakiyên Pasdarên Îranê û Hizbullahê yên li Sûriyeyê de, baregehên dîplomatîk jî dike armanc. Ev tevger dihêle ku Îsraîl Îranê bixe rewşeke tevlîhev ku nikarbe bersivê bide û ne jî dixwaze dest ji destkeftiyên mezin ên ku bi navê piştevaniya Beşar Esed bi dest xistine, berde.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin