Medya Erebî: Îran nêzbûna Siûdî ji bo serweriya xwe ya Lubnanê bikar tîne!

28 April 2023 21:05 0 dîtin
Medya Erebî: Îran nêzbûna Siûdî ji bo serweriya xwe ya Lubnanê bikar tîne!

PeyamaKurd – Li ser asayîbûna pêwendiyên dîplomatîk ên navbera Erebistana Siûdî û Îranê, di medyaya Erebî de nirxandin û analîzên balkêş têne kirin.

Li gorî nûçeyan, di çend hefteyên dawî de, zêdebûna dîplomasiya navbera Îran û Siûdî, bandorê li ser rewşa herêmê dike ku Lubnan û Sûriye di serî de tên.

Rojnameya El Ereb li ser têkiliyên Îran-Siûdiyê nivîsiye ku aliyên siyasî yên Lubnanê gotine, serdana wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan a Beyrûtê û axaftina wî li ser pêwîstiya tevgera hêzên siyasî yên Lubnanê û çareserkirina pirsgirêka serokkomariyê di demeke nêz de, 2 peyamên zelal îfade dikin.

Li gorî nûçeyê, peyam ew e ku piştî nêzîkbûna bi Siûdiyê re ya ji bo mayîndekirina rola xwe di dosyayên herêmê de, xuya ye Lubnan jî di nav de ye û êdî Lubnan bûye para Îranê.

Çavkaniyan daye zanîn ku serdana duyemîn a Ebdullahiyan di nava çend hefteyan de nîşan dide ku Îran hewl dide nêzîkbûna bi Siûdiyê re ji bo serweriya xwe ya li Lubnanê îstismar dike.