Medya Erebî: Erebistana Siûdî bi Samê re çareseriya siyasî gotûbêj kir

23 April 2023 15:04 0 dîtin
Medya Erebî: Erebistana Siûdî bi Samê re çareseriya siyasî gotûbêj kir

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Erebî, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, li Şamê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re gavên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê gotûbêj kir daku Sûriyeyê vegerîne nava Komkara Erebî.

Wezareta Derve ya Siûdiyê daye xuyakirin, Feysel Bin Ferhan ji Esed re li ser girîngiya peydakirina hewayeke guncaw ji bo gihandina alîkariyan li tevahî herêmên Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ew ê hewl bidin li tevahîya Sûriyeyê aramî pêk were.

Wezareta Derve ya Siûdî diyar kiriye, ev serdan ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ji krîza Sûriyeyê re û parastina yekîtiya Sûriyeyê pêk hatiye.

Bin Ferhan ji serokê Sûriyeyê re gotiye, divê rewşên guncaw ji bo vegera hemû penaber û koçberên Sûriyeyî li herêmên xwe, werin dabînkirin.

Li gorî medya Sûriyeyê, Esed û Feysel Bin Ferhan têkiliyên di navbera her du welatan de û dosyayên siyasî, erebî û navneteweyî gotûbêj kirine.

Hêjayî gotinê ye, ji 2011an ve cara yekem serdaneke asta bilind a fermî ye ku bo Sûriyeyê ji aliyê Siûdî ve hate kirin