Komkara Erebî li Erebistana Siûdî ji bo Xezeyê dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibe 11ê Mijdarê, Komkara Erebî li ser mijara Xezeyê li Erebistana Siûdî Lûtkeya Awarte li dar dixe û tê de serokên welatên Erebî beşdar dibin.
Hate zanîn ku Lûtkeya Awarte ya Komkara Erebî li ser rewşa Xezeyê û êrîşên Îsraîlê bi beşdariya serokên welatên Erebî tê lidarxistin ku Serokomarê Iraqê jî beşdar dibe.
Piştî êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê bi ser Îsraîlê de, ev 35 roj in şerê Hemas-Îsraîlê dewam dike û be hezaran kes bûne qurbaniyên vî şerî.
Biryare serokên welatên Erebî di vê civînê de careke din daxwaza rawestandina şer û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê û rêyên çareseriya aştiyane ji bo şerê Îsraîl û Hemasê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin