Komkara Erebî plana Xezeyê pejirand: Wê 200 hezar xanî bên avakirin

04 March 2025 16:55 0 dîtin
Komkara Erebî plana Xezeyê pejirand: Wê 200 hezar xanî bên avakirin

PeyamaKurd - Serkirdeyên welatên Ereb, li Civîna Bilind a Komkara Erebî ya li Misrê hate lidarxistin, plana Xezeyê ya ku pêşniyara avakirina 200 hezar xanîyan dike, pejirand.

Serkirdeyên welatan li ser plana ku ji aliyê Misrê ve hatiye amade kirin û 200 hezar xaniyên nû li Gazze ava bike, lihev hatin.

Serkirdeyên welatan li ser planake cîgir wek alternatîfeke plana Donald Trump ya bûye sedema nerazîbûn û nîqaşan li hev kirin.

Di civîna Qahîreyê de, plana bi navê "plana Misrê" ya ji bo avakirina Xezeyê hate qebûl kirin.

Li gorî planê, di du salên pêş de, bi nirxê nêzîkî 20 milyar dolaran wê li Xezeyê 200 hezar xanî bên avakirin.

Di daxuyaniyê de, ji bo piştevaniya vegerê ya planê bang li civaka navneteweyî û dezgehên darayî hat kirin û hate xwestin, heger mercên li herêmên ku gel lê dijî guncaw bin, di nav salekê de hilbijartinek were lidarxistin.

Plana ku ji aliyê Serokê Amerîkî Donald Trump ve hatibû pêşniyarkirin, ji aliyê Serokwezirê Îsraîlê Netanyahu ve hatibû qebûlkirin ku pêşniyar dikir Filistînî ji Xezeyê werin derxistin û Xeze bibe navendeke turîstîkî.