Ji Erebistana Siûdî hemleya Xezeyê: Li Riyadê du lutke têne lidarxistin
PeyamaKurd – Piştî ku Erebîstana Siûdî ragihand ku lûtkeya erebî-afrîka ya 5. bo demeke nediyar hatiye paşxistin, hate eşkere kirin ku dê bi beşdariya welatên Ereb û Îslamê 2 lûtke li Riyadê werin lidarxistin.
Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El Falih ragihand ku dê di rojên pêş de li welatê wî li ser mijara şerê Hemas-Îsraîlê 2 lûtkeyên welatên Ereb û Îslamê werin lidarxistin.
El Falih di Foruma Bloomberg a Aboriya Nû ya li Sîngapûrê de got: “Em ê vê hefteyê û di çend rojên pêşiya me de bibînin ku Siûdî lûtkeyek erebî ya awarte li Riyadê li dar dixe. Wê di nava çend rojan de lûkteyeke îslamî ji aliyê Siûdiyê ve bê lidarxistin.”
El Falih diyar kir, dê welatê wî lûtkeyekê tevî welatên Afrîkayê jî li dar bixe, lê dema wê eşkere nekir.
Herwiha hatiye ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî roja Yekşema bê diçe Siûdiyê û beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamê dibe ku ji dema lihevkirina Siûdî-Îranê ya bi navbeynkariya Çînê (Adar 2023) ve, serdana yekem a serokomarê Îranê bo Erebîstana Siûdî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin