Ji Erebistana Siûdî hemleya serê Rûsya û Ukraynayê: Em amade ne…

01 June 2022 21:07 0 dîtin
Ji Erebistana Siûdî hemleya serê Rûsya û Ukraynayê: Em amade ne…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan Al Suud ragihand ku ew amade ne ji bo rawestandina şerê Ukrayna-Rûsyayê navbeynkariyê bikin û bikevin nav hewldanan.

Li gorî nûçeya medya Siûdî Bin Ferhan gotiye, ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li Riyadê civiyaye.

Nivîsgeha Wezareta Derve ya Siûdî ragihandiye ku di navbera herdu aliyan de, li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî û geşedanên herêmî hatiye axaftin.

Wezîrê Erebistana Siûdî Bîn Ferhan di hevdîtinê de ji şanda Rûsî re gotiye, ew amade ne ji krîza navbera Rûsya-Ukrayna re ji bo çareseriya siyasî bibin alîkar û çi pêwîst be bikin.

Sergey Lavrov piştî serdana xwe ya Behreynê serdana Erebistana Siûdî jî kiribû.