Ukrayna: Em besdarî danûstandinên Amerîka û Rûsyayê yên li Erebistana Siûdî nabin

17 February 2025 09:03 0 dîtin
Ukrayna: Em besdarî danûstandinên Amerîka û Rûsyayê yên li Erebistana Siûdî nabin

PeyamaKurd – Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku ew beşdarî hevdîtinên Rûsya û Amerîkayê yên ku tê payîn di rojên pêş de li Erebîstana Siûdî bên lidarxistin, nabin.

Çavkaniyek hikûmetê ji BBC re ragihand ku Ukrayna ji bo danûstandinan nehatiye vexwendin û şandekê naşîne.

Ev daxuyanî piştî ku nûnerê taybet ê Amerîkayê yê ji bo Ukraynayê Keith Kellogg îdia kiribû ku wê Kîev jî di nava danûstandinan de cih bigire hat.

Hat ragihandin ku 2 şêwirmendên siyaseta derve yên nêzî Trump, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Mike Waltz û Nûnerê Rojhilata Navîn Steve Witkoff beriya hevdîtinan îşev biçin Erebîstana Siûdî. Yekemîn hevdîtinên rûbirû yên di navbera DYA û Rûsyayê de li ser Ukraynayê wê li vir bê kirin.