Amerîka: "Em ê li ser Ukraynayê bi Rûsyayê re danûstandinan nekin"
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price ji televîzyona RTVI ya Moskowê û New Yorkê re ku bi zimanê Rûsî weşana xwe dike diyar kir, Washington alîgirê parastina kanalên dîplomatîk ên bi Moskowê re ye û tekez kir, ew plana danûstandinan bi Rûsyayê re li ser Ukraynayê nakin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price îhtimala ji nû ve avakirina têkiliyên di asta bilind de di navbera Rûsya û Amerîkayê de di sala 2023an de nirxand û got, “Em dixwazin rêyên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Rûsyayê de berdewam bin. Girîng e ku em şiyana xwe ya axaftin û danûstandina bi hev re biparêzin, nemaze di vê heyama tansiyona bilind de."
Her wiha di daxuyaniyên xwe de Berdevk Price eşkere kir, Amerîka plana danûstandinên li ser Ukraynayê bi Rûsyayê re nake.
"Me eşkere kir, em ê bi Rûsyayê re derbarê Ukraynayê de tu danûstandinan nekin. Bi giştî em plana danûstandinê li gel Rûsyayê li ser tu welatekî cîhanê nakin. Em dikarin mijarên ji bo Rûsya û Amerîkayê girîng in gotûbêj bikin. Amerîka di serî de bi berjewendiyên her du welatan û hemû cîhanê re eleqedar e û dixwaze li ser mijarên ku jê sûdê werdigrin derfeta şêwirdariyê bi dest bixe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin