Amerîkayê ji bo pêsîgirtina serê Ukraynayê pêsniyarek li Rûsyayê kir!

02 February 2022 18:32 0 dîtin
Amerîkayê ji bo pêsîgirtina serê Ukraynayê pêsniyarek li Rûsyayê kir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Washingtonê ji bo rê li ber rûdana şerê Ukrayna-Rûsyayê bigire pêşniyarek li rêveberiya Moskowê kiriye.

Li gorî çavkaniyan, Amerîkayê ji Rûsyayê re gotiye, bi berdêla ku garantiyên ewlehiyê ji aliyê herdu aliyan ve bên dayîn, ew ê bi delîlan îspat bikin ku li baregehên NATO yên Polonya û Romanyayê moşekên Tomahawk ên ji bo êrîşkirinê tune ne.

Çavkaniyeke Amerîkî ji Bloombergê re daye xuyakirin ku wê Amerîka van agahiyên ewlehiyê yên derbarê moşekên Tomahawk de bi berdêla ku Rûsya jî agahiyên derbarê garantiyên ewlehiya herêmê de bide bigihîne Moskowê.

Herwiha çavkaniyê diyar kiriye ku piştî vê hemleya Amerîkayê divê Rûsya jî bikeve tevgerê û derbarê kontrola çekan û metirsiyên din ên ewlehiyê de misogeriyan bide hevpeymanên wan.