Sererkanê Amerîkayê, serê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand
PeyamaKurd- Sererkanê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê Mark Milley diyar kir ku beriya ku şert û mercên hewayê şert û mercên li ser erdê zehmet bibin, hîn dem heye ku Ukrayna êrîşî Rusyayê bike.
Mark Milley, ji bo BBCyê êrîşa Ukraynayê ya li dijî Rusyayê nirxand û diyar kir ku li dijî êrîşa Ukraynayê ji texmînan "hêdî" bi pêş ket û got, "Lê belê pevçûnên dijwar didomin. Ukraynî hîn jî bi berdewamî bi pêş ve diçin."
Milley tekez kir ku hîn zû ye ku mirov bibêje bê ka dijberiya Ukraynayê têk çû û bal kişand ser wê yekê ku di rojên pêş de şert û mercên hewaya sar li herêmê dê karînên manorê yên Ukraynayê gelek aloz bike û got,
"Hîn ji 30 heta 45 rojan demek maqûl ji bo şer heye, lewra Ukrayna hîn neqediyaye. Min di destpêkê de got ku ev şer dê dirêj, hêdî û dijwar be û bibe sedema gelek wendahiyan û ev jî bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin