Amerîkayê, sîxur kirin nav Rusyayê: Serê navxweyî heye!

13 April 2023 14:00 0 dîtin
Amerîkayê, sîxur kirin nav Rusyayê: Serê navxweyî heye!

PeyamaKurd- Belgeyên nehênî yên ku nû hatin eşkerekirin, nîşan dan ku rêveberiya Amerîkayê ketiye nav hişyariyê û hat eşkerekiririn ku nakokiya navxweyî ya li Rusyayê, her ku diçe mezin dibe.

Qeyrana li ser eşkerekirina belgeyên leşkerî yên veşartî yên têkildarî gelek mijarên aktuel, bi taybetî şerê Ukraynayê û weşandina wan a li ser medyaya civakî berdewam dike.

Tê nîqaşkirin ku îstîxbarata Amerîkî çawa ketiye nav saziyên girîng ên Rusyayê û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin, got:

"Lêkolînek di nav dezgehan de hat destpêkirin ku li ser nirxandina bandora li ser ewlehiya neteweyî û hevalbendên me ye." 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî gotibû ku ew bi biryar in ku çavkaniya derçûnê bibînin.

Di belgeyên ku di 7ê Nîsanê de derketine de hûrgiliyên şerê Ukrayna û Rusyayê, çalakiyên îstixbarata Amerîkayê ya di şer de çavdêriya Amerîkayê ya li ser Îran û Çînê û guhdarîkirina hevdîtinên hin hevpeymanan hene.

Di belgeyên nehênî yên ku nû hatin eşkerekirin de mezinahiya nakokiyên di nav Rusyayê de ku li Ukraynayê şer dike û bandora îstîxbarata Amerîkayê ya li ser hêzên Rusyayê bal kişand ser xwe.