NY ji bo gotûbêjkirina serê Sûdanê dicive: Amerîkayê gef li aliyan xwar!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sekreterê Gitşî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li welatên endam kiriye, îro 1ê Hezîranê Encûmena Asayîşa Navdewletî bi mijara Sûdanê bicive.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand, “Ez piştrast dikim ku Sekreterê Giştî yê NY ji bo rewşa dramatîk a Sûdanê bi welatên endam re gotûbêj bike, ji bo civînê bang li Encûmena Asayîşa Navdewletî kiriye. Civîna ku wê piştî nîvro pêk were dê bi rûniştineke girtî bê kirin.”
Dujarric bal kişand ser ku NY ne alîgirê danûstandinên Cideyê ye û wiha got: “Xebatkarên me yên alîkariyên mirovî yên li ser erdê hewl didin ku bi her du hikûmetan re têkilî deynin. Peyama me ya giştî ew e ku tavilê dawî li şer were. Em dikarin alîkariyê bidin gelê Sûdanê yên hewcedar.”
Dujarric da zanîn ku aliyên li Sûdanê ji bo gihandina alîkariyên mirovî zêdetir dest bi hevkariyê kirine û got, ew hewl didin alîkariyê bigihînin hemû xalan.
Li aliyê din Amerîkayê jî gef li aliyên Sûdanê yên şerê hev dikin xwar ku yên agirbestê binpê bikin, wê rastî cezayan bên.
Erebîstana Siûdî û Amerîkayê 29ê Gulanê ragihandibûn ku wan li ser dirêjkirina peymana agirbestê ji bo 5 rojên din li hev kiriye, lê dîsa jî şer dewam dike û alî hevdu tawanbar dikin.
Li gorî NY ji şerê ku dawiya meha Nîsanê dest pê kiriye ve, zêdetirî milyonek kes di nava welêt de û 300 hezar kes koçberî welatên cîran bûne. Herwiha li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ber şerê li Sûdanê 850 kes hatine kuştin, 5 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin