Pizîskiyan: Amerîkayê her tim serê herêmê gurr kiriye
PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkyan di daxuyaniya xwe ya îro ya di civîna civata wezîran da dubare kir ku dê bersiva êrîşa siyonîst a Îsraîl li dijî Îranê bê dayîn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mehrê, Pizîşkiyan diyar kiriye ku Îranê tu carî dest bi şer nekiriye û Amerîka ku piştgira herî mezin a Îsraîla siyonîst e, bi berdewamiya şer a li herêmê sûcdar kiriye.
Serokkomar Pizişkiyan gotiye: “Amerîka her tim li deverên cuda yên cîhanê û her wiha li herêma me şer gurr dike û niha jî bi piştgiriya mezin a ji rejîma siyonîsta şer didomîne.”
Pizişkiyan axaftina xwe wiha domandiye:
“Dema ku hikûmeta me dest bi wezîfeyê kir, a ku bi kuştina Heniyeyê re fitîla şer vêxist, rejîma siyonîst bû. Li ser şîreta hin welatan û bi hêviya agirbestê em bi nermî tevgeriyan. Lê belê rejîma siyonîst kuştina jin û zarokên bêguneh berdewam kir û êrîşên xwe heta Lubnanê berfireh kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin