Esed û Pizîskiyan axivîn: Serê niha hewla parçekirina Sûriyê ye

02 December 2024 19:02 0 dîtin
Esed û Pizîskiyan axivîn: Serê niha hewla parçekirina Sûriyê ye

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re pêwendiyeke telefonî pêk anî û rewşa dawî ya şerê komên çekdarên opozîsyonê gotûbêj kir.

Esed got ku geşedanên şer yên dawiyê li Sûriyê hewleke ji bo parçekirina deverê û xêzkirina nexşeyan li gor berjewendiyên Amerîka û welatên rojavayî ye.

Beşar Esed diyar kir, şerê niha li Sûriyê armanca wê parçekirina welatên deverê û têkdana aramiyê ye.

Li gorî medya fermî ya Sûriyê, Esed daye zanîn ku ew ê bi viyaneke bihêz rûbirûyî vê planê bibin da ku destekên terorê li Sûriyê ji nav bibin.

Pizîşkiyan, êrîşên dawî yên ser Helebê wekî plana şer a Amerîka – Îsraîlê nirxand û da xuyakirin, ew dê piştevaniya Sûriyê bidomînin û û hewlên parçekirina Sûriyê jî red dikin.