Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Austin û Gallant li ser serê Lubnanê axivîn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin û hempîşeyê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant, bi rêya telefonî axivîn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku di hevdîtinê de, Austin ji Gallant re, fikarên xwe yên kûr derbarê lêdana hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê de aniye ziman.
Herwiha Austin, daxwaz kiriye di dema herî kurt de, ji bo operasyonên Lubnanê rêya vegera dîplomatîk bê dîtin û dubare pabendbûna Amerîkayê ya ji bo parastin û ewlekariya Îsraîlê deyît kir.
Austin herwiha bal kişand ser rehîneyên di destê Hemasê de û got ku pêwiste demildest bo malên xwe bên vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin