Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin: Agirbesta li Lubnanê pêngaveke dîrokî ye
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin agirbesta di navbera hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de weke “pêngaveke dîrokî” bi nav kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Austin agirbesta ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hat ragihandin, nirxand.
Austin agirbesta li Lubnanê wekî “pêngaveke dîrokî" bi nav kir û got, “Bi saya vê yekê bi deh hezaran sivîlên Lubnan û Îsraîlê dikarin bi ewle vegerin malên xwe.”
Austin bal kişand ser piştgiriya xwe ya ji bo “mafê xweparastinê” yê Îsraîlê û got ku ew ê bi hevkarên navneteweyî û nav saziyan re ji bo piştgirîkirina pêkanîna agirbestê bixebitin.
Austin xwest ku ev agirbest ji bo Xezeyê bibe “hêviyek” û destnîşan kir ku divê em li ser başkirina şert û mercên însanî yên li Xezeyê berdewam bin.
Austin her wiha diyar kir ku ew bi biryar in ku hemû girtiyên li Xezeyê bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin