Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji bo civîna NATO û ya Ûkraynayê hat Ewropayê
PeyamaKurd – Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth yekem serdana xwe ya derve bo Ewropayê dike ji dema ku meha borî dest bi kar kiriye.
Hegseth ku roja Duşemê ji Washingtonê derket, wê li Almanya, Belçîka û Polonyayê hevdîtinan pêk bîne.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê wê serdana baregehên Hêzên Ewropî û Hêzên Amerîkayê yên Afrîkayê yên li Almanyayê bike û li ser geşedanên herdu herêman agahdar bibe.
Hegseth ji Almanyayê ji bo Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê û Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê rojên Çarşem û Pêncşemê biçe Brukselê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin