Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê hisyariya balkês da Îsraîlê
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bang li Îsraîlê kir ku êrîşên li ser Lubnanê kêm bike.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin derbarê êrîşên Îsraîlê yên li Lubnanê de wiha got:
"Hejmara qurbaniyên sivîl gelekî zêde bû. Em dixwazin Îsraîl hin êrîşên xwe kêm bike bi taybetî li Beyrûtê û derdora wê."
Austin di Civîna Wezîrên Parastinê ya G7 ku li Napolî ya Îtalyayê hat lidarxistin de ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku hejmara kuştiyên sivîl zêde ye û wî nêrîna xwe ya "veguhestina bo danûstandinan" dubare kir: "Em dixwazin ku cureyekî derbasbûna danûstandinan bibînin ku rê bide sivîlên herdu aliyên sînor ku vegerin malên xwe."
Austin herwiha diyar kir ku bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re behsa êrîşên li ser çeperên hêza demkî ya NY ya Lubnanê kiriye, "Dîsa ev herêm herêmeke şer e, dibe ku gelek tişt biqewimin. Wî ji min re piştrast kir ku ne wî û ne jî hêzên wî niyeta wan nîne ku hêzên UNIFIL bikin armanc. Lê ez bi berdewamî tekez dikim ku çiqas girîng e ev hêz nekevin bin êrîşan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin