Wezîrê berevaniya DYAyê Lloyd Austin karê xwe dewrî wezîrê nûh kir
PeyamaKurd – Wezîrê berevaniya DYAyê Lloyd Austin, ragihand ku wexta wezîrtiya xwe de ber li şerên mezin yên Rojhilata Navîn girtine û ji bo sîvîlên li Xezayê rizgar bikin xebatê kirine. Di merasima xatirxwestina xwe de got ku ji bo agirbesê bikin û alîkariya mirovî zêdetir bikin pêngavên girîn avêtine.
Ji bo wezîr Austin serokerkanê DYAyê Charles "CQ" Brown li baregeha leşkerî ya Virginiayê ya bi navê Myer Herndersonê merasima xatirxwestinê li dar xist. Austin, axaftina xwe di merasimê de kir. Austin balê kişand ser peymana navbera Hamas-Îsraîlê û got:
“Wê peyman şerê li Xezayê rawestîne, rehîneyan bigihîne malbatên wan, ji bo Fîlîstîniyan û Xezayê wê alîkariya mirovî zêdetir bike.
Li hemberê êrîşkeriya Rûsyayê ya ser Ûkraynayê, me dinya azad anî cem hev, NATOyê mezintir kir û xwurt kir.”
Serokerkanê DYAyê Brown jî di merasimê de axifî û got ku wezîr Austin destekê daye bergiriya welat, di wexta wezîrtiya xwe de hevkariyên krîtîk û ortaxiyên yên di asta dinyayê de xwurt kiriye.
Madalya di asta bilind ya xizmetê de dan Austin, plaket danê û merasima leşkerî jê re çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin