Wezîrê Pentagonê Lloyd Austin bi wezîrê Rûsyayê yê bergiriyê Andrey Belousov re axifî
PeyamaKurd - Wezîrê berevaniyê yê Pentagonê Lloyd Austin di rêya telefonê de bi wezîrê Rûsyayê yê bergiriyê Andrey Belousov re axifî. Di axaftinê de Austin xwest di wexta şerê bi Ûkrayna re xettên danûsitendinan vekirî bimînin.
Berdevkê Pentagonê yê çapemeniyê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de mijarê ragihand. Ryder got ku hûrayiya axaftina navbera her dû wezîran dê paşî bê ragihandin.
Ryder li ser şerê navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê got ku weha dewam bike wê şer bibe şerekî herêmî û di şûna wê de çareseriya dîplomasiyê baştir çareye û ji bo wê jî dixebitin. Ryder got:
“Talûka hesabkirinekî şaş heye û eger şer belav bibe, em difikirin ku dê kes qezenc neke.”
Li ser pirsa alîkariya ji bo Xezzayê Ryder got ku ji bo alîkariyê îskela ku danîne da tê de destek here Xezzayê, heya niha an ku ji 17ê Gulanê de heya niha 6 hezar û 800 ton alîkariyê tê de derbas kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin