Îran: Me kesên sîxuriya Amerîkayê dikirin desteser kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Îstixbarata Îranê Mahmûd Alawî ragihand ku wan kesên li welatê wan sîxurtiya Amerîka û welatên biyanî kirine, binçav kirine û got, dê nasnameyên wan sibe werin eşkere kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Alawî piştî civîna kabîneyê ragihandiye û gotiye: "Me hejmarek kesên li qadên cuda û navendên girîng ji bo Amerîkayê û welatên biyanî sîxuriyê dikin tesbît kirine. Piştî binçavkirinê bo meqamên edlî yê dadweriyê ew kes hatine şandin."
Muhamed Alawî hejmara wan kesan eşkere nekir, lê îdia kir ku ew kes li ser navê Navenda Îstîxabarata Amerîkayê (CIA) kar dikin û dê nasnameyên wan jî sibe werin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin