Amerîkayê 2 kompaniyên Sûrî yên hevkariya Îran û Hizbullahê dikirin ceza kir

31 May 2023 20:42 0 dîtin
Amerîkayê 2 kompaniyên Sûrî yên hevkariya Îran û Hizbullahê dikirin ceza kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku 2 kompaniyên Sûriyê ji ber hevkariya malî dane hêza Quds û Hizbullaha Lubnanê, ceza li ser wan hatiye sepandin.

Ofîsa Kontirolkirina Darayî ya Wezareta Xezîneya Amerîkayê eşkere kir, du kompaniyên darayî yên Sûriyê ku bi awayekî veşartî hevkariya darayî didan hêza Qudis ya girêdayî Sipaha Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê û Beşar Esed, bi dorpêçan hatin cezakirin.

Hat diyarkirin ku kompaniyên hatine cezakirin El-fazil û El-edhem in ku kompaniya Fazil di navbera Beşar Esed û Hizbullaha Lubnanê de, di şandina pereyên neftê de hevkarî kiriye.

Kompaniya El-edhem jî, li bajarê Şamê ye û ji sala 2021ê vir ve bi milyonan Dolar ji hesabên bankeyê yên banka Sûriyê re şandiye.

Wezareta Derve ya Amrîkayê beriya niha ragihandibû ku bi rêya dorpêçan Amerîka bersiva kiryarên rejîma Esed dide.