Amerîkayê dorpêç danî ser 2 kes û 2 kompaniyên Îranî

19 December 2024 20:03 0 dîtin
Amerîkayê dorpêç danî ser 2 kes û 2 kompaniyên Îranî

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, dorpêç danî ser 2 kes û 2 kompaniyên îranî. Hate diyarkirin ku bi sedema rola wan li berfirehkirin û dabînkirina alav û sîstemên navîgasiyon û GPS ên hestiyar ji bo hêzên pasdarên Îranê ew kes û kompanî ketine lîsteya dorpêçan.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê (OFAC) ragihand ku 2 kes û 2 şirket bi sedema rola wan li berfirehkirin û dabînkirina alavên navîgasiyon an GPS ên hestiyar ji bo hêzên pasdarên Îranê li lîsteya dorpêçan hatine zêde kirin.

Ajansa Reutersê jî daye xuyakirin, kesekî bi navê Mehdî Mihemedsadiqî ku karmendekî şirketeke Amerîkayê bûye li eyaleta Masaçûsêtê hatiye girtin û wê bê dadgehîkirin.

Şirketa SEDRA li Îranê û şirketa Îlomû li Swîsê ku li vê lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin, alavên hewce yên navîgasiyonê û alavên hestiyar ên din ji bo berhemanîna drone, moşek û dronên jê ravê û ser avê ji bo Îranê dabîn dikirin.

Mihemed Abidînî Necefabadî ê birêveberê şirketa SADRA li Îranê  û Îlomû li Swîsê û herwiha Kawe Merat ê berpirsê teknolojiya vê kompaniyê jî li lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.