Çînê, li ser wan kompaniyên Amerîkayê dorpêç sepandin

15 September 2023 15:31 0 dîtin
Çînê, li ser wan kompaniyên Amerîkayê dorpêç sepandin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat ragihandin ku ji ber firotina çekan a ji bo Taywanê, wan dorpêç li ser Kompaniyên Lockheed Martin û Northrop Grumman sepandin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning ragihand ku wan biryar daye ku dorpêçan li ser kompaniyên berevaniya asîmanî yên Northrop Grumman û Lockheed Martin bisepînin û sedem jî wisa hat diyarkirin ku ew çekan difiroşin Taywanê.

Ning bang li Amerîkayê kir ku têkiliyên xwe yên leşkerî bi Taywanê re qut bike û dayîna çekan ji bo Taywanê rawestîne û got ku heger nebe dê  Amerîka "bersiva bi biryar û tund" bide.