Amerîkayê, dorpêç li ser Wagnerê sepandin!
PeyamaKurd- Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku wan li dijî kesek û 4 kompaniyên ser bi koma çeteyên Wagnerê ya Rusyayê û serokê wê Yevgenî Prigojin, dorpêç sepandin.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat diyarkirin ku 4 kompaniyên ku bi dorpêçan hatine hedefgirtin, bi Koma Wagnerê re di nav Ukrayna û Afrîkayê de bazirganiya zêran a neqanûnî dikin.
Hat zanîn ku kesê di lîsteyasizayan de ji bo xebatên Koma Wagnerê yê li Malî kesayetekî sereke ye.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezareta Darayî û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat weşandin de hat diyarkirin ku bangek kontrolê ji kompaniyên di sektora zêran de li Afrîkayê dixebitin, hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê hat gotin ku rêbernameya ku hatiye weşandin ji bo kesên ku bi sektora zêran a Afrîkaya Sub-Sahara ve girêdayî ne wekî rêber e û kompaniyên Amerîkî teşwîq dike ku di tevahiya sektorê de veberhênanên berpirsiyar bikin.
Li gorî wezaretê, li vê herêmê ji % 25 zêrên cîhanê tên berhemanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin