Amerîkayê dorpêçên bo jehrîkirina Navalny bi ser kes û saziyên rûsî de sepandin
PeyamaKurd – Rêveberiya Joe Biden, ji ber sedema ku rola wan di jehrîkirina serokê opozîsyona rûsî Alexsey Navalniy de hebûye, dorpêç danî ser 7 berpirs û 14 saziyên Rûsyayê.
Rayedarên paye bilind ên Amerîkayê di civîneke ji medyayê re girtî, ragihandin ku li gorî daneyên îstixbarata Amerîkî efserên girêdayî Servîsa Ewlekariya Federalî (FSB) ya Rûsî rasterast di jehrîkirina Navalniy de rol wergirtine û hatiye tespîtkirin ku bi madeya kîmyewî "Novichok" hatiye jehrîkirin.
Rayedarê wezareta derve ya Amerîkayê bibîr xist ku Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê li ser 6 rayedar û saziyeke rûsî dorpêç danîne, lê di biryara Amerîkayê de ji bilî wan navan li ser girtina Navalniy û bikaranîna jehra kîmyewî jî çend dorpêçên din cî digirin.
Rayedarekî ji Wezareta Xezîneya Amerîkayê jî daye xuyakirin, li ser nirxandinên îstixbarata Amerîkî wê ceza bo 7 rayedarên rûsî bê dayîn.
Berpirsê wezaretê herwiha diyar kiriye ku wê navên kesên dorpêç li ser wan hatine danîn di nava rojê de bên eşkerekirin û bi rêya jehrkirinê bêdengkirina muxalîfan ji aliyê Rûsyayê ve şermezar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin