Brîtanya, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dorpêçên nû li ser Îranê sepandin

24 April 2023 21:05 0 dîtin
Brîtanya, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dorpêçên nû li ser Îranê sepandin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku wan ligel Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber binpêkirinên mafên mirovan 4 fermandarên Supaya Pasdarên Îranê jî di nav de hejmarek payebilindên Îranê xistiye nav lîsteya dorpêçan.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku ji Cotmeha 2022yan ve zêdetirî 70 kesayet û saziyên Îranê ji ber berpirsiya wan a binpêkirina mafên mirovan, dorpêç li ser wan hatine sepandin û bi vê biryara nû re hejmara dorpêçan bi giştî gihîştiye 300î.

Hat diyarkirin ku kesên ketine ber dorpêçan dê nikaribin geşta Brîtanyayê bikin û wê hebûnên wan ên darayî jî li Brîtanyayê jî bên cemidandin.

Di daxuyaniyê de Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly gotiye, rejîma Îranê bi awayekî dirindane serkutiyê li daxwaziyên gelê Îranê dike û berpirsa îxrackirina rijandina xwînê ye li seranserê cîhanê ku ew dê ji ber berpirsiya rejîmê di van karan de, rêzeçalakiyên dijî Îranê berdewam bikin.