Baerbock: Wê Yekîtiya Ewropa biryara dorpêçên nû li ser Îranê bide

23 May 2023 00:03 0 dîtin
Baerbock: Wê Yekîtiya Ewropa biryara dorpêçên nû li ser Îranê bide

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, wê Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna wezîrên derve de, biryara sepandina dorpêçên nû li ser Îranê bide.

Annalena Baerbock, îro 22yê Gulanê ji rojnamevanan re ragihand ku di lîsteya dorpêçên ser Îranê de, wê hejmarek zêde endamên Supaya Pasdarên Îranê cî bigirin.

Herwiha Wezîra Alman bal kişand ser îdaman û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê û destnîşan kir, ew dê vê yekê qebûl nekin.