Yekîtiya Ewropa wê di demek nêzîk de biryara bo Îsraîlê bide
PeyamaKurd - Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîkayên Ewlakariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, ragihand ku wê YE di demeke nêzîk de biryarê li ser cemidandina peymana bazirganiya ligel Îsraîlê bide.
Borrell, beriya civîna wezîrên berevaniyê yên welatên NATOyê li Brukselê civîneke rojnamevanî saz kir û got, ew nameya ji bo cemidandina têkiliyên bazirganî ya ligel Îsraîlê ku ji aliyê Îspanya û Îrlandayê ve hatiye pêşkeşkirin dinirxînin.
Borell da zanîn: "Em nameya serokwezîrên Îspanya û Îrlandayê dinirxînin û li nêzîk di vê derbarê de ezê we agahdar bikim.”
Herwiha Borell got ku wê YE di demeke nêzîk de, biryara xwe ya bo cemidandin yan jî dewamkirina têkiliyên bazirganî bi Îsraîlê re bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin