Yekîtiya Ewropayê, bertek nîsanî biryara wan welatan da
PeyamaKurd- Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji Çandinî û Bazirganiyê Berpirsyar Miriam Garcia Ferrer, piştî ku Polonya û Macarîstanê biryara qedexekirina hawirdeya dexil û dan û berhemên cuda ji Ukraynayê ragihandin, bertek nîşan da.
Ferrer da zanîn ku ew daxuyaniyên Polonya û Macarîstan, yên di derbarê qedexeya hawirdeya berhemên dexil û dan û yên din a ji Ukraynayê ji nêz ve dişopînin û got,
"Polîtikaya bazirganiyê, di bin desthilatdariya taybet a Yekîtiya Ewropayê de ye. Ji ber vê yekê kiryarên yekalî nayên qebûlkirin."
Ferrer destnîşan kir ku bi taybetî di demên dijwar de koordînekirin û lihevkirina hemû biryarên di nav Yekîtiya Ewropayê de gelek girîng e.
Bi destpêkirina şerê navbera Rusya û Ukraynayê re ji bo demeke dirêj sewqiyata ji benderên Deryaya Reş nikaribû bê kirin û piştî wê, rêjeyek girîng a dexil û xwarinên Ukraynayê ji bo welatên Ewropaya Rojhilat û Navîn dest pê kiribû.
Cotkarên Polonya û Macarîstanê demeke dirêj e dixwestin ku hawirdeya berhemên çandiniyê yên erzan ji Ukraynayê rawestînin. Bi taybetî li Polonyayê, cotkaran gelek caran li ser vê mijarê xwepêşandan li dar xistibûn.
Herdu welatan duh biryar dabû ku qedexeya demkî li ser genim û xwarinên ji Ukraynayê bisepînin. Hat diyarkirin ku di lîsteya berhemên qedexekirî de dexil û dan, şekir, şîr û berhemên şîrî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin