Rusyayê, bertek nîsanî biryara Parlamentoya Ewropayê da

24 November 2022 16:30 0 dîtin
Rusyayê, bertek nîsanî biryara Parlamentoya Ewropayê da

PeyamaKurd- Li ser biryara Parlamentoya Ewropayê ku ji ber kiryarên şerê li dijî Ukraynayê, Rusya wekî ‘Dewleta Piştevanê Terorê’ nas kir, ji aliyê Rusyayê ve bertek hat nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li ser biryara Parlamnetya Ewropayê, bi rêya qenala televîzyonê ya Rossiya-1ê daxuyanî da û bertekên xwe nîşan dan.

Lavrov, li ser biryara navborî ya parlamentoyê got,

“Li gorî min, ev ne karê aqil e. Ji bo her kesên ku hişê wan li serê wan be, eşkere ye lê belê perwerdehiya min a pizîşkiyê tuneye.”

Li ser heman mijarê, ji aliyê Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova ve jî bertek hat nîşandan û Zaharova jî got,

“Ez pêşniyaz dikim ku Parlamentoya Ewropyayê wekî ‘sponseriya xêtbûnê’ were naskirin.”

Parlamentoya Ewropayê, duh civiyabû û li ser tawanbariya “çalakiyên dijmirovî û zalimane’ pêşnûmeqanûna ku Rusyayê wekî ‘dewleta piştgiriya terorê’ dike, nas kiribû.