Rusyayê, bertekeke tund nîsanî biryara Moldovayê da
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, bertek nîşanî betalkirina lîsansa hin televîzyonên Rusyayê yên li Moldovayê da.
Mariya Zaxarova, li ser vê biryara Moldovayê daxwaz kir ku ev biryar ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve bê nirxandin û bergirên pêwîst bên girtin û got,
"Em daxwazê ji rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku li ser bûyerên qewimîn, nirxandina pêwîst bikin û bergirên guncaw ji bo sererastkirina vê rewşa ku nayê qebûlkirin, hemû pêk bînin. Ev qedexe bê mînak e. Em wê wekî kiryarek sansûra siyasî, êrîşek li ser prensîba pirrengiya medyayê û binpêkirina eşkere ya mafê azadiya agahdariyê ku serkirdayetiya siyasî ya Moldova bi berdewamî pê re kiriye, dibînin.”
Zaharova bal kişand ku bi vê biryarê ku gelê Rûs ji mafên xwe bêpar dimînin û got,
"Bi milyonan niştecihên welatên Rûsî-axêf jî ji nûçeyên dawî yên welêt bê par mane. Bi sedan rojnameger dê bi vîna sansurê ya siyasetmedaran, di carekê de karên xwe winda dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin