Wezîra ewropî bertekeke tund nîsanî Tirkiyê da: Ti kes nikare gefan bixwe…
PeyamaKurd - Wezîra Nemsa (Avusturya) ya Yekîtiya Ewropayê (YE), Karolîne Edtstadler piştî hevdîtina xwe ya li Qibrisê ya 16ê Îlonê li ser gefê şandina koçberên Afganî bertekeke tund nîşanî Tirkiyê da û got, Tirkiye mijara koçberan wek gef û guvaş li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne.
Edtstadler hişyarî da ku nabe ti dewlet vê mijarê li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar bînin û got: “Ti kes nikare gefê li Yekîtiya Ewropayê bixwe. Ne Tirkiyê û ne Belarus û ne jî ti dewleteke din.”
Wezîrê Derve yê Qibrisê Nikos Christodulidis jî diyar kir, divê Tirkiyê li gorî peymana koçberan a 2015an ku ligel YE îmze kiriye, hatina koçberan rawestîne lê ev yek nekiriye.
Christodulidis herwiha daxwaz kir ku alîkariya darayî ya bo Tirkiyê tê dayîn bê qûtkirin û Tirkiye tometbar kir ku bi zanebûn koçberan dişîne başûrê Qibrisê.
Wezîrê Qibrisê destnîşan kir, “Tirkiyê bo ji Yekîtiya Ewropayê çend tişt bi dest bixe mirovan bikar tîne. Ev sîyaseteke mirov xemgîn dike ye.”
Tirkiye piştî zêdebûna koçberên Efxan diyar kiribû ku êdî nikarin barekî din yên koçberan rakin û ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kiribûn ku hê zêdetir bibin alîkar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin